Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo teqîna Silêmaniyê telîmat da

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, şeva borî bi rêya telefonê ve pêwendî li gel parêzgerê Silêmaniyê pêkanî, bo agahdar bûn û dûvçûnê li ser bûyera biêş a îşev li Silêmaniyê pêkhatî.
18.11.2022, Cum - 06:42
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo teqîna Silêmaniyê telîmat da
Nuçe Belav bike

Şeva borî ji bo lêpirsîna li ser bûyera teqîna gazê li bajarê Silêmaniyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêwendî li gel parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir pêkanî.

Barzanî parêzgerê Silêmaniyê erkdar kir ku saziyên pêwendîdar ên hikûmetê dûvçûnên hûr û bilez bo sedemê bûyera biêş bikin û bi hewara ziyanlêketiyan ve biçin û her çi pêwîst be bikin.

Serokê hikûmetê herwaha serxweşî û hevxemiya xwe bo malbat û kesûkarên qurbaniyan nîşanda û hêviya başî û selametiyê ji bo birîndaran xwest.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:41:11