Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Ji îro ve bazareke nû li ber cotyarên me tê vekirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî îmzakirina yadaştnameyeke hevfêmkirinê bi Wezareta Çandinê ya Urdinê re ragehand, “Ji îro ve bazareke nû li ber cotyarên me tê vekirin.”
25.08.2024, Paz - 21:06
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Ji îro ve bazareke nû li ber cotyarên me tê vekirin
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê parve kir, “Ez dilxweş bûm ku me îro yadaştnameyeke hevfêmkirinê bi Wezareta Çandinê ya Urdinê re îmza kir, ji îro ve bazareke nû li ber cotyarên me tê vekirin.”

Bi çavdêrî û serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (Yekşem, 25.08.2024) di warê pêşxistina alîkarî û hevahengiya çandinê û pîşesaziya xwerakî de, yadaşteke hevfêmkirinê di navbera Wezareta Çandinê ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Çandinê ya Şanişîna Urdinê de hat îmzakirin, ku biryar e di pêngava yekê de Urdin hin ji berhemên Herêma Kurdistanê hawirde bike, wekî petatan.

Herwesa Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî jî ragehand, “Ew yadaştname ji 10 madeyên cuda cuda pêk hatiye lê 13 bendên cewherî vedigire, ku çawaniya serederîkirina li ser kertê çandinê bi her du pişkên şînkatî û perinde û berhemên candar û kargehan ve, ku di kertê pîşesaziya xwerakî de li Herêma Kurdistanê kar dikin. Lewma dibe ezmûneke nû ji tevaya wan ezmûnan ên ku Herêma Kurdistanê di demên borî de tê re derbaz bûye, xasma jî di dema pênc salên karkirinê yên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 176 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:22