Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteyekê ji bo cîbicîkirina çend projeyan li Xurmalê radispêre

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteyek taybet raspard ji bo cîbicîkirina çend projeyan li Xurmalê û cîbicîkirina hejmarek ji daxwazên welatiyên Xurmalê destnîşan kir.
31.07.2023, Pts - 05:12
Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteyekê ji bo cîbicîkirina çend projeyan li Xurmalê radispêre
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro 30î Tîrmeha 2023an ragihand, piştî rapardina Wezareta Navxwe ji bo girtina rêkarên bo qezakirina Xurmalê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteyek taybet raspard ji bo cîbicîkirina çend projeyan li Xurmalê û cîbicîkirina hejmarek ji daxwazên welatiyên Xurmalê destnîşan kir.

Pêştir Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandibû, rûniştvanên nahiya Xurmalê daxwaz kirin ku nahiya wan bibe qeza, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman da Wezareta Navxwe ku bi hevahengiya parêzgeha Helebce dest bi proseya îdarî bikin û amadekariyên avakirina qezaya Xurmalê temam bikin.

Wezareta Navxwe jî ragihand, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji sibe duşemê (31.07.2023) ew ê dest bi proseya îdarî û pêngavên pratîkî bo bi qezakirina Xurmal bikin.

Xurmal dikeve bakurê parêzgeha Helebce û 10 kîlometran dûrî navenda wê ye û bi dehan gund ser bi wê ve ne. Herwiha 70 kîlometran li rojhilatê Silêmaniyê ye, zincîreya çiyayên Hewramanê lê ye, ji ber xweza û hewaya wê ya xweş jî, geştyar her çar werzan serdana wê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 314 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:38:42