Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel şandeke Rêxistina Tendirustiya Cîhanî civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşem 17ê Nîsana 2023an pêşwazî li şandeke Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) kir.
17.04.2023, Pts - 12:00
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel şandeke Rêxistina Tendirustiya Cîhanî civiya
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şandeke Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) bi serokatiya Berpirsê Rêxistinê li Iraqê Ehmed Zouiten bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re civiya.

Amaje bi wê da, di hevdîtinê de Serokwezîr û şanda WHO li ser kar û projeyên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekezî li ser pêşxistina pêwendî û hevahengiya di navbera Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî de kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 506 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:02:35