Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya sekreterê berê yê Partiya Şûî ya Kurdistanê peyamek belav kir

Mesrûr Barzanî: Kerîm Ehmed serkirdeyekî niştimanperwer û têkoşer bû
14.07.2022, Per - 09:50
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya sekreterê berê yê Partiya Şûî ya Kurdistanê peyamek belav kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxiya xwe arasteyî malbat û Partiya Şiyoî ya Kurdistan û Iraqê kir û ragihand, “mamoste Kerîm Ehmed, serkirdeyekî niştimanperwer û têkoşer ê diyar û naskirî bû li Kurdistan û Iraqê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bo koça dawiyê ya mamoste Kerîm Ehmed, Sekreterê Giştî yê berê yê Partiya Şiyoî ya Kurdistanê, pirse û sersaxî li malabat û hevalên wî yên di di Partiya Şiyoî ya Kurdistanê û Iraqê dikim û hevbeşê xema wan im.”

Her wiha got: “Xwedêjêrazî mamoste Kerîm Ehmed, serkirdeyekî niştimanperwer û têkoşer ê diyar û naskirî bû li Kurdistan û Iraqê. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û bîranîna wî her dem bi xêr.”

Sekreterê berê yê Partiya Şiyoî ya Kurdistanê Kerîm Ehmed îro di temenê 100 saliyê de li Hewlêrê koça dawiyê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 786 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:54