Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Fermandarê Hêzên Îtalî li Iraq û Herêma Kurdistanê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10ê Nîsana 2023an, pêşwazî li Fermandarê Hêzên Îtalî li Iraq û Herêma Kurdistanê Kolonel Daniele Pisani kir ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdan kir.
10.04.2023, Pts - 11:09
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Fermandarê Hêzên Îtalî li Iraq û Herêma Kurdistanê civiya
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de ku fermandar nû yê hêzên Îtalya li Iraq û Herêma Kurdistanê Kolonel Stefano Salvadorî tê de amade bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya Îtalya bo Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo fermandarê berê xwest û pîrozbahî li fermandarê nû yê hêzên Îtalya li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mijara sereke ya civînê, gotûbêjkirina pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalya û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge bû.

Şanda leşkerî ya Îtalya tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Îtalya û hêzên Hevpeymanan bo Hêzên Pêşmerge kir, bi taybetî di warê rahênanê de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 604 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:01:51