Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Me karê cidî ji bo rûbirûbûna gendeliyê kiriye

Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 4ê Îlonê, merasîma ragihandina yekem raporta cibicîkirina stratejiya rûbirûbûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê birêve diçe. Serokwezîr di gotarekê de ronahî xiste ser hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna gendeliyê.
04.09.2024, Çar - 10:47
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Me karê cidî ji bo rûbirûbûna gendeliyê kiriye
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got: “Rûbiribûna gendeliyê û sînordarkirina îsrafkirina samanên giştî, beşeke girîng a karnameya Kabîneya Nehem bûye, ji ber vê yekê me bi awayekî cidî kar kir û rêkarên pêwîst ji bo pêşxistina zelalbûn û rûbirûbûna gendeliyê girtin. Di vî warî de, ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê wan bi Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê re, wek desteyek serbixwe hevaheng kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ev rapor bi hevkariyeke tam ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin û di Îlona 2021ê de, Encûmena Wezîran stratejiya rûbirûbûna gendeliyê pesend kir û helwesta xwe di berdewamkirina tedbîrên ji bo pêşxistina şefafiyet, berpirsiyarî û têkoşîna li dijî gendeliyê tekex kir. Di heman demê de wezaret û aliyên peywendîdar hatin raspardin ji bo pêdaçûna cîbicîkirina rasperda û pêşniyarên vê raportê bikin, ku di meha Adara îsal de, di civîna Encûmena Wezîran de ji aliyê Serokê Desteya Destpakiyê ve hatibû pêşkêşkirin.

Got jî: “Cihê dilxweşiyê ye ku piraniya daxwaz û raspardeyên ku di vê raportê de hatine behskirin ji bo rûbirûbûna gendeliyê, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka destbikarbûna xwe ve, kar li ser kiriye û pilan û bername JI bo cîbicîkirina wan daniye, ji wan jî:

‘’Dîjîtalîkirina karûbarên hukûmetê û avakirina jêrxaneke bihêz a dîjîtal û gavavêtina ber bi hukûmeta elektronîkî ve.”

Da zanîn jî: “Pêvajoya dîjîtalîkirina xizmetguzarî û karûbarên hikûmetê berdewam e û beşeke girîng e ji çaksaziyên hikûmetê ku bêguman dê roleke wê ya bibandor di pêşvebirina zelalî û şefafiyê, nehiştina burokrasiyê û nehiştina gendelî û îsrafa çavkaniyên giştî de bilîze.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê kir, “Mijareke din a karên me ya ji bo rûbirûbûna gendeliyê, çaksazkirina sîstema bankî û girêdana saziyên hikûmetê û sektora taybet bi sîstemeke bankî ya pêşketî û nûjen e.”

Got jî: “Hebûna sîstemeke bankî ya pêşketî û çalak jî yek ji pêwîstiyên sereke yên jiyana rojane ya xelkê ye. Faktorek girîng a geşepêdana aborî û jîngeheke guncaw e ji bo geşepêdana aborî û bazirganî û alîkariya kêmkirin û nehiştina gendeliyê dike.”

Herwiha diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo şefafiyet û dadperweriyê û nehiştina îsrafkirina samanên giştî, bernameyên çaksaziyê cîbicî kiriye, kar li ser serrastkirin û pêşkêşkirina çend projeyasayan kiriye, ya herî berçav jî yasaya çaksaziyê ya mûçe, dermale, bexşîn, îmtiyaz û xanenişînan li Herêma Kurdistanê bûye, ku di sala 2020ê de ji Parlamentoya Kurdistanê re hatibû şandin û wê jî pesend kiribû. Di van salên dawî de jî, çend dosyayên gendeliyê hatine lêkolînkirin û bo dadgehên Herêma Kurdistanê hatine şandin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Daxwaza me ya bihêz ji bo rûbirûbûna gendeliyê heye, lê ev ne tenê berpirsiyariya hikûmet û dadgehan e , lê belê, pêwîstî bi hevahengî, hevkarî û piştgiriya hemû welatiyan, hemû beşên civakê, zanîngeh, saziyên perwerdeyê, mamostayên olî û medyayê heye. Ew dikarin roleke girîng di hişyarkirina raya giştî û ravekirina metirsiyên gendeliyê de bilîzin. Di heman demê de divê em kar li ser pêşxistin û belavkirina çanda destpakî, rastgoyî û dilsoziyê bikin.”

Diyar kir jî: “Her çend e beşek ji kêşeyên rûbirûbûna gendeliyê û bernameya çaksaziyê, destêwerdan û rola aliyên siyasî bûye ku ne tenê hevkarî nekirine, belku hinek alî bi awayekî sîstematîk li dijî hewlên hikûmetê derketine. Lê belê ez welatiyên xweşewîst yên Kurdistanê dilniya dikim ku tevî hemû pirsgirêk û astengî û qeyranan em ê berdewam bin li ser karnemaya çaksaziyê, rûbirûbûna gendeliyê û nehîştina îsrafkirina samanên giştî.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya gotara xwe de got: “Careke din destxweşiyê li Desteya Destpakiyê dikim ji bo amadekirina vê raportê û her piştevaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re tekez dikin, ji bo sînordarkirin û jinavbirina nexweşiya kujer a gendeliyê li Herêma Kurdistanê.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 144 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:59:34