Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Me qonaxa giran a bêdahat, bêyî deynkirinê derbas kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa proje û destkeftên sê salên borî yên Kabîneya Nehem û plan û bernameyên siberojê dike.
14.07.2022, Per - 06:02
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Me qonaxa giran a bêdahat, bêyî deynkirinê derbas kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya sê saliya destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotarekê pêşkêşî welatiyên Herêma Kurdistanê kir û behsa proje û destkeftên sê salên borî yên Kabîneya Nehem û plan û bernameyên siberojê dike.

Gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û mîhreban

Kurdistaniyên birêz

Dema we baÅŸ

Bi boneya derbasbûna sê salan di ser destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, min pêwîst dît ku vê gotarê pêşkêş bikim û behsa wê yekê bikim ku di nava sê salan de me çi kirin û destkeftên vê kabîneyê çi bûn. Herwiha em ê behsa plan û bernameyên xwe yên siberojê bikin.

Li vir gelek girîng e ku amaje bi wê yekê bikim, piştî destbikarbûna vê kabîneyê, Herêma Kurdistanê û cîhan bi giştî, rûbirûyî qeyraneke tendirustiyê bû ku belavbûn û zêdebûna vîrusa Koronayê bû, di encama wê de qeyrana darayî derket holê ku heta niha jî bandorên wê hene.

Di heman demê de mixabin, Hikûmeta Federal jî, ji bilî çend mehên kêm, ji bo temamkerê mûçeyan pereyê terxankirî ku 200 milyar Dînar bû, neşand. Herwiha çendîn hewldanên navxweyî û derekî ji bo pekxistina Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin kirin, lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya plan û çaksazî û bernameyên xwe ve, karî heta radeyeke baş, wan qeyranan derbas bike.

Di warê darayî de:

Dabeşkirina mûçeyan berdewam bûye li gor budceya li ber dest.

Di vê kabîneyê de me karî qonaxa giran a bêdahatiyê bêyî deynkirinê derbas bikin.

Ne tenê ku me deyn nekir, me bargiranî û berpirsyarî ji bo nifşê siberojê dirust nekir, di heman demê de, me deynên hikûmetê jî kêm kirin.

Nêzîkî milyarek Dolar, me deynê hikûmetê da.

Di encama çaksaziya darayî û îdarî de, dahata naxwe %100 zêde bû.

Piraniya xerciyan piştî sala 2014an di warê cade û rêyan de bû.

Girîngîdana sektora çandiniyê di vê kabîneyê de gelek zêde bû.

Hikûmetê bi awayekî pratîk, derfeta hinardekirina berhemên çandiniyê yên navxweya Kurdistanê bo derve û dîtina bazara derve pêk aniye.

Projeyên mezin û stratejîk di warê dabînkirina asayîşa xurekê de hatine encamdan.

Kar ji bo dabînkirina asayîşa avê, çêkirina bendavan hatine kirin.

Jêrxana elektrîkê hatiye bihêzkirin, da ku rê li ber belawelabûnê were girtin, çendîn megawattên din bi ser tora elektrîka niştimanî de hatine zêdekirin.

Pêngavên pratîk hatin avêtin ji bo aktîvkirina veguhestina giştî û çêkirina rêya trênê.

Gelek xizmetguzariyên hikûmetê eletronîk hatine kirin û pêngavên pratîk ji bo pêkanîna hikûmeta elektronîk hatine avêtin.

Sîstemeke dîjîtal ji bo amar û serjimêriya nişteciyên Herêma Kurdistanê hatiye dirustkirin.

Ji bo jiholêrakirina gendeliyê û rêgirtina li belawelabûna dahata giştî û xirab bikaranîna desthilatê, me gav avêtine.

Di vê kabîneyê de hevahengiyeke bihêz di navbera endamên kabîne û Encûmena Wezîran de heye.

Gelek civînên heftane ji bo çareserkirina kêşeya welatiyan hatine kirin.

Pêwendiyeke baş di navbera hikûmet û parlamentoyê de heye.

Wezîr û rayedarên hikûmetê, gelek caran serdana parlamentoyê kirine.

Ji bilî herdemîkirina mamosteyên bi girêbest, nûjenkirin û avakirina çendîn dibistan û pêşvebirina perwerdehiya online û berfirehkirina pêwendiya akademîk û xwedinê ligel welatên derve û ji bo baştirkirina kalîteya perwerdehî û xwendina bilind jî, me desteya mitmanebexşîn ji bo sazî û programên perwerde û xwendina bilind, damezrandiye.

Di warê hişyariya civakî de:

Me zanyarî û daxuyaniyên herî zêde di warê kar û çalakiyên hikûmetê de belav kirine.

Ji bo berfirehkirina qada azadiya ragihandin û nêrînê û sazkirina zemînek ji bo dirustbûna ragihandineke berpirsyar, em xebitîn û berdewam bûn ji bo pêşvebirina kultûra pêkvejiyanê ya li Herêma Kurdistanê.

Me bi awayekî berdewam hewl da ji bo nehiştina tundûtûjî û ciyawaziya regezî û bihêzkirina pêgeha jinan.

Me girîngî da parastina jîngehê û bikaranîna enerjiya kesk û jîngehdostiyê.

Di warê berevanî û parastina asayîşa niştimanî de:

Cara yekem e di vê kabîneyê de çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û yekkirina hêzên Pêşmerge ketiye warê cîbicîkirinê.

Em berdewam bûn di têkoşîna dijî terorîstan û hewlên terorîstî û bazirganên maddeyên hişber de.

Me dest bi helmeta jiholêrakirina çekên bêdestûr kir.

Me hewldanên xwe yên herî zêde ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê ligel Bexdayê kirine û em berdewam dibin.

Di warê dîplomasî û navdewletî de:

Me pêwendiyên xwe yên ligel welatên cîran û derve bihêztir kirine.

Plan û bernameya hikûmetê ji bo dema bê:

Berdewamkirina siyaseta hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahatê.

Girîngîdana zêdetir ji bo sektora çandiniyê.

Zêdekirina bendavan û karkirina li ser parastina asayîşa avê.

Damezrandina sîstemeke jîngehdost ji bo çareserkirina kêşeya xaşak û zibil.

Zêdekirina asta berhemanîna elektrîkê bi bikaranîna enerjiya rojê.

Berdewambûna li ser piştevanîkirina ciwanên Kurdistanê ji bo aktîvkirina projeyên biçûk bi mebesta pêkanîna derfetên zêdetir ên kar.

Aktîvkirina sîstemeke pêşketî ya bankî ji bo danûstandina bazirganî û liv û tevgera bazaran û xizmetguzariyên bankî.

Berfirehkirina xizmetguzariyên nav bajaran û zêdekirina rûberên hêşinahiyê.

Pêşvebirin û zêdekirina xaniyên ji bo welatiyên kêmdahat.

Baştirkirina xizmetguzarî û pêwîstiyên sereke ji bo gund û bajarokan, da ku nişteciyên wan, berê xwe nedin bajarên mezin.

Berdewambûna li ser wê yekê ku nabe Herêma Kurdistanê weke gef û pêgeheke êrîşkirina ser ti welatekî were bikaranîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 450 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:27:55