Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 8ê Hezîranê, pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski kir.
08.06.2023, Per - 14:08
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Irvin Hicks jî amade bû, li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên Herêm û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê û rêzgirtina li rêkeftinan, gotûbêj hat kirin.

Mijara sereke ya civînê, li ser beşa Herêma Kurdistanê di budceya federalî de bû, derbarê vê mijarê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî dûpat kiriye ku me hemû hewlên xwe dane di çarçoveya destûrê de û ji bo parastina maf û heqên darayî yên Herêmê ligel Hikûmeta Federal bigihin rêkeftinê, lê belê em binpêkirina mafên me qebûl nakin.

Li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî, herdu alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku divê di demeke herî nêz de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin encamdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:30:50