Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanyayê yê li Iraqê kir

Balyozê Almanyayê yê li Iraqê spasî û pêzanîna xwe ji bo hêsankarî û hevahengîkirina aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel balyozxane û konsulxaneya Almanyayê nîşan da.
04.05.2023, Per - 14:50
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanyayê yê li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanyayê yê li Iraqê kir ûdi hevdîtinê de li ser pêşvebirina pêwendiyên dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê hatin gotûbêjkirin.

Îro Pêncşemê 4ê Gulana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanyayê yê li Iraqê Martin Jaeger kir ku bi mebesta bidawîbûna erkê xwe, serdana Serokwezîr kiribû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Almanyayê kir ku di dema erkê xwe de, ji bo pêşvebirin û bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Almanyayê xebitiye, herwiha ji bo erkê wî yê nû hêviya serkeftinê xwest.

Balyozê Almanyayê yê li Iraqê spasî û pêzanîna xwe ji bo hêsankarî û hevahengîkirina aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel balyozxane û konsulxaneya Almanyayê nîşan da.

Di beşeke din a civînê de, li ser pêşvebirina pêwendiya dostane ya navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê gotûbêj hat kirin, bi taybetî di warê veberhênan û danûstandina bazirganiyê de, ji bo vê mebestê jî biryar e di vê mehê de şandeke mezin a bazirgan û karsaz û veberhênerên Almanyayê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:16:11