Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Bangladeşê li Iraqê kir

Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Tebaxê pêşwazî li Balyozê Bengladişê li Iraqê Mihemed Fazlûlbarî kir ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdan kiribû.
19.08.2024, Pts - 16:29
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Bangladeşê li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniyekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, guftûgo derbarê pêşxistina pêwendiyên dualî di warê aborî û bazirganiyê de hatin kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Bengladişê kir ku kar ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera her du welatan de kiriye û hêviya serkeftinê di erkê wî ya pêşerojê de jê re xwast.

Balyozê Bengladişê pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hevahengiya baş ya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Balyozxaneya welatê wî re nîşan da.

 

Vî nûçeyê tevayî: 223 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:59:18