Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan a li Iraq û Sûriyê de tekezî li girîngiya berdewambûn û bilezkirina proseyê û pabendbûna bi cîbicîkirina karnameya Kabînneya Nehem di warê rêkxistin û yekxistina Pêşmerge û dûrxistina wezaretê ji her destwerdaneke hizbî û berjewendiyên takekesî kiriye.
22.09.2023, Cum - 05:47
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir
Nuçe Belav bike

Roja Pêncşemê 21ê Îlona 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şanda pê re kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê jî amade bû, pêşhat û guherînên herî dawî yên Herêma Kurdistanê û Iraq û Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Mijara sereke ya civînê, li ser gotûbêjkirina derbarê proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge û rêkxistina pêkhateyên wê bû. Li ser vê mijarê, Serokwezîr tekezî li girîngiya berdewambûn û bilezkirina proseyê û pabendbûna bi cîbicîkirina karnameya Kabîneya Nehem di warê rêkxistin yekxistina Pêşmerge û dûrxistina wezaretê ji her destwerdaneke hizbî û berjewendiyên takekesî kiriye.

Herwiha amaje bi wan îdiayan kir ku goya kêşe di çaksaziyên Wezareta Pêşmerge de heye û got, divê destwerdana şexsî û hizbî ji wezaretê werin dûrxistin û rêgirî li hewlên Serokwezîr neyê kirin di danîna wezîrekî de ku şiyana cîbicîkirina karnameya hikûmetê hebe.

Di beşeke din a civînê de li ser rewşa Sûriye û bi taybetî aloziyên devera Dêrezorê û rojhilatê wî welatî, danûstandina fikr û ramanan hat kirin û her du alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya parastina asayîş û aştiya civakî û tebayiya navbera Kurd û Ereb û pêkhateyên navçeyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 936 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:34