Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li general Karl Harris kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li cîgirê fermandeyê giştî yê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê kir.
04.07.2022, Pts - 06:33
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li general Karl Harris kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî duh pêşwazî li şandeka hêzên hevpeyman bi serokatiya cîgirê fermandeyê giştî yê hêzên pevpeyman li Iraq û Sûriyê, general Karl Harris kir.

Di civînê de dawî pêşhatên şerê terorê û guhertin û rewşa Iraq û Sûriyê hatin axaftin û têkestî li ser girîngiya pêşxistina hemahengiya ewlehiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de di rûbirûbûna gefên terorîstan û aramiya Iraqê de hat kirin.

Di hevdîtinê de her wiha behsa reformên Wezareta Pêşmerge û girîngiya berdewambûna piştevaniya hêzên hevpeyman bo hêzên Pêşmerge hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 559 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:36:45