Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanyayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 20ê Tîrmehê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanyayê Clemens Sementer kir
20.07.2022, Çar - 14:29
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanyayê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 20ê Tîrmehê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanyayê Clemens Sementer kir, ku bi boneya bidawîbûna erkê xwe, serdan kiribû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Almanyayê kir ji ber di wê dema karê xwe de ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê xebitî.

Mesrûr Barzanî ji bo Clemens Sementer di erkên wî yên nû de hêviya serkeftinê xwest.

Konsulê Giştî yê Almanyayê Clemens Sementer pêzanînên xwe ji bo hevangengî û alîkariya bihêz a saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Konsulxaneya Almanyayê nîşan da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 597 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:31:21