Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 24ê Tebaxê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Irvin Hicks Jr kir.
24.08.2022, Çar - 15:05
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê lê kir û hêviya serkeftina di erkê xwe de jê re xwest. Herwiha spasiya piştgirî û piştevaniya berdewam a Amerîkayê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên dualî dûpat kir.

Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê tevî nîşandana xweşhaliya xwe ji bo destbikarkirina li Herêma Kurdistanê, amadebûna welatê xwe jî ji bo pêşvebirin û bihêzkirina pêwendiyan li Herêmê di hemû waran de nîşan da.

Çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemecûrkirina aboriyê û girîngîdana veberhênan û piştgiriya sektora taybet, beşeke din a gotûbêjên civînê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:54:00