Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda ajansa JICA ya Japonî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 30ê Gulanê, pêşwazî li şanda Ajansa Japonî ya ji bo Alîkariyê ya Navdewletî (JICA) ya bi serokatiya serokê ajansê yê li Iraqê kir.
30.05.2022, Pts - 11:32
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda ajansa JICA ya Japonî kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 30ê Gulanê, pêşwazî li şanda Ajansa Japonî ya ji bo Alîkariyê ya Navdewletî (JICA) ya bi serokatiya serokê ajansê yê li Iraqê kir.

Di destpêka civînê de Rêveberê JICA yê li Iraqê kurteyek li ser kar û projeyên ajansê yên li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, ku bi hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn projeyên cûr bi cûr di warên av, avrêj, elektrîk û çandiniyê de encam didin, ji wan herî girîng alîkarîkirina Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê ye di sererastkirina masterplana bajarê Hewlêrê ku dibe ku bibe nimûneyek ji bo bajarên din ên Herêma Kurdistanê.

Herwiha alîkarkirina di çêkirina wêstgeha karoaw a li Dêrelûkê û pêşvebirin û gihandina avê li Helebceyê û nûjenkirina Mûzexaneya Silêmaniyê û çend projeyên din.

Serokwezîr spasiya hevkarî û hevahengiya ajansa JICA ya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û pesnê kar û projeyên wan da, ku bi awayekî profesyonel encam didin û xwazyarê pêşvebirina hevahengî û sûdwergirtina ji ezmûn û şarezayiya Japonyayê bû ji bo pêşxistina jêrxana aboriya Herêma Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 600 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:40:27