Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Almanî kir

Şanda mêvan pesnê rewşa pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda û azadiya olî ya li Herêma Kurdistanê da.
25.08.2023, Cum - 06:06
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Almanî kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke Almanî kir û şanda mêvan pesnê rewşa pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda û azadiya olî ya li Herêma Kurdistanê da.

Îro Pêncşemê 24ê Tebaxa 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Almanî kir bi serokatiya endama Parlamentoya Almanyayê Lemiya Qedûr.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Almanyayê yê li Herêma Kurdistanê Klaus Streicher jî amade bû, pesnê rewşa pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda û azadiya olî ya li Herêma Kurdistanê hat dayîn û tekezî li girîngiya pêşvebirina kultura miyanrewî û rûbirûbûna hizra tundrewiyê hat kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, derbarê rewşa aware û penaberên li Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna metirsiya gefên terorîstên DAIŞê, danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 653 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:37:26