Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Neteweyên Yekgirtî kir

Di hevdîtinê de behsa çaksaziyên Kabîneya Nehem ji aliyê hemecûrkirina aborî û dîjîtalkirina xizmetguzariyan û aktîvkirina sîstema bankî û hêsankarîkirina veberhênerên navxwe û derve hat kirin.
22.06.2023, Per - 06:01
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Neteweyên Yekgirtî kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Neteweyên Yekgirtî kir û di hevdîtinê de behsa çaksaziyên Kabîneya Nehem ji aliyê hemecûrkirina aborî û dîjîtalkirina xizmetguzariyan û aktîvkirina sîstema bankî û hêsankarîkirina veberhênerên navxwe û derve hat kirin.

Roja Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Neteweyên Yekgirtî bi serokatiya Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Rêveberê Herêmî yê Bernameya Neteweyên Yekgirtî bo Pêşvebirinê ya welatên Erebî (UNDP) Ebdullah Derderî kir.

Di hevdîtinê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kurteyek derbarê kar û çalakiyên xwe û armanca serdana xwe bo Iraq û Herêma Kurdistanês pêşkêş kir, ku mebesta wan alîkarîkirina warê hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahat û rûbirûbûna bandorên neyênî yên guherîna keş û hewayê ye.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi çaksaziyên Kabîneya Nehem ji aliyê hemecûrkirina aborî û dîjîtalkirina xizmetguzariyan û aktîvkirina sîstema bankî û hêsankarîkirina veberhênerên navxwe û derve kir.

Herwiha di civînê de behsa girîngiya parastina samanên av û dirustkirina bendavan hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 561 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:58:10