Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke ENKSê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 23ê Îlonê pêşwazî li şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir ku endamên ENKSê Ebdulhekîm Beşar û Îbrahîm Biro yên li nav opozîsyona Sûriyê, pêk hatibû.
23.09.2023, Cts - 16:43
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke ENKSê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Barzanî îro pêşwazî li şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir ku endamên ENKSê Ebdulhekîm Beşar û Îbrahîm Biro yên li nav opozîsyona Sûriyê, pêk hatibû.

Di hevdîtinê de rewşa giştî û pêşhat û geşedanên Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha tekezî li çareserkirina kêşeyên Sûriyê bi awayekî aştiyane û dabînkirina maf û daxwazên rewa yên gelê Kurd hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 686 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:40