Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Nû yê Brîtanyayê dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Nû yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê dike.
26.06.2024, Çar - 14:59
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Nû yê Brîtanyayê dike
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwaziya Konsulê Giştî yê Nû yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andro Beazley kir.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî destpêkirina karî li Andro Beazley pîroz kir û daxwaza serkeftinê di erkê wî de jê re kir û herwesa hemî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên bihêz ên navbera di Brîtanya û Herêma Kurdistanê de ji wî re diyar kir.

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, Konsulê Giştî yê Nû yê Brîtanyayê daxwaza welatê xwe ji bo bihêztirkirina peywendiyên tevalî bi Herêma Kurdistanê re tekez kir.

Di tewerekî din ê wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser giringiya çarekirina arêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li hev guhertin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:59:18