Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkayî dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Amerîkayî dike. Cîgirê Alîkarê Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê, ku serokatiya wê şandê dike, spasiya bizav û xebatên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên berdewam ji bo biserxistina çaksaziyan û yekkirina hêzên Pêşmergeyan dike.
11.07.2024, Per - 18:29
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkayî dike
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwaziya şandeke Amerîkayî bi serokatiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Daniel Shapiro kir.

Di wê civînê de ku Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê General Joel Vowel û Birêveberê Karûbarên Îraq û Sûriyeyê li Civata Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Nichol Softness jî tê de berhev bûbûn, danûstandin li ser dawî guhertin û pêşhatên Îraq û deverê hatin kirin.

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmergeyan tekez kir, amaje da ku Herêma Kurdistanê hevpareke giring û stratejî ya Amerîkayê ye û herwesa xwasteka welatê xwe ji bo zêdetir pêşxistina alîkarî û hevahengiya ewlehî û serbazî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî diyar kir.

Mijara tewerekî serekî yê wê civînê danûstandinên li ser pêşkeftinên girêdayî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge bû. Di vî warî de Cîgirê Alîkarê Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê spasiya bizav û xebatên berdewam ên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo biserxistina çaksaziyan û yekkirina hêzên Pêşmergeyan kir. Amaje jî da ku Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî dê li ser piştevanîkirina hêza Pêşmegeyan ji bo rûbirûbûna gefên terorê û xasma yên teroristên DAIŞê berdewam bin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û rêzên Herêma Kurdistanê ji bo piştevaniya berdewam a Amerîkayê diyar kirin, herwesa tekez li ser mukomkirina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de jî kir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:11:18