Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiyê ji bo Cejna Qurbanê belav kir

"Ez germtirîn pîrozbahiyan arasteyî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim."
10.07.2022, Paz - 06:00
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiyê ji bo Cejna Qurbanê belav kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiya Cejna Qurbanê arasteyî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez germtirîn pîrozbahiyan arasteyî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîşa navxwe û malbatên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan.”

Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Bi boneya hatina Cejna pîroz a Qurbanê, ez germtirîn pîrozbahiyan arasteyî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîşa navxwe û malbatên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan.

Ez hêvîdar im rojên cejnê, bi şadî û bexteweriyê derbas bibin.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê, mixabin rêjeya pêketina bi Koronayê di van rojan de bilind dibe, loma ez welatiyan daxwaz dikim, rêkarên xweparastinê û rênimayên tendirustiyê li ber çavan bigrin.

Cejna we pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 453 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:14:45