Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Şah Charles III kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya merasima tacdayînê, pîrozbahî li Şahê Brîtanyê Şah Charles III û Şahjin Camilla kir.
06.05.2023, Cts - 16:17
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Şah Charles III kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Gulana 2023an peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û tê de pîrozbahî li şah Charles Sêyem û Şahjin Camilla kir û got: “Em li bendê ne ku pêwendiyên me di bin desthilatdariya we de xurttir bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got jî: “Em hîn jî Şahinşahiya Yekgirtî weke hevkareke pêbawer û dost ku hem têdigiha dîroka me, hem jî di tengahiyên me de li cem me radiweste, dibînin.

Îro li Londonê li dêra dîrokî ya Westminster Abbey, Şah Charles III di merasîmekê de tac Şahê Brîtanyayê wergirt.

Charles III di merasîmê de bi fermî wekî Şahê Brîtanyayê yê 40emîn tac wergirt û şûna diya xwe, Şah Elizabeth II ya ku û berî 7 mehan koça dawiyê kiribû, cih girt.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:39:08