Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Mesûd Pizîşkiyan dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pîrozbahiyê li Mesûd Pizîşkiyan dike, ji ber hilbijartina wî wek serokomarê nû yê Komara Îslamî ya Îranê.
06.07.2024, Cts - 14:56
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Mesûd Pizîşkiyan dike
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de nivîsî: “Ez pîrozbahiyê li birêz Mesûd Pizîşkiyan dikin, bi boneya hilbijartina wî wek serokomarê nû yê Komara Îslamî ya Îranê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê jî kir, “Îran cîraneke girîng a Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.”

Tekez kir jî, “Hêvîdar im li ser binemaya cîrantî, rêzgirtin û berjewendiyên hevpar, hevahengiya di navbera me de kûrtir bibe.”

Encamên gera duyem a hilbijartinên pêşwext ên Îranê îro 6ê Tîrmehê hatibûn ragihandin û Mesûd Pizîşkiyan wek serokkomarê nû yê Îranê hat hilbijartin.

Mesûd Pizîşkiyan, roja 29’ê Îlona 1954’an de li Mehabadê jidayîk bûye. Ew pisporê neştergeriyê ye, ji 2001 – 2005an Wezîrê Tenduristiyê bû, 5 xulan parlamenter bû û 2016 – 2020ê Cîgirê Serokê Parlamentoyê bû.

Vî nûçeyê tevayî: 291 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:55:09