Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja zimanê daykê pîroz kir: Zimanê me hebûna me ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta roja cîhanî ya zimanê zikmakî peyamek belav kir.
21.02.2022, Pts - 08:46
Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja zimanê daykê pîroz kir: Zimanê me hebûna me ye
Nuçe Belav bike

Îro 21 Sibatê û roja cîhanî ya zimanê zikmakî ye.

Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir û ev roj li gelê Kurdistanê pîroz kir. Peyama wî wiha ye:

Ez bi helkefta roja cîhanî ya zimanê daykê pîrozbahiyek germ li hemû Kurdistaniyan û hemû gel û pêkhateyên Kurdistanê dikim.

Ziman, nasname û pênaseya her mirov û miletekî ye û beşeka girîng ji kultur û stûneka esasî ya niştimansaziyê ye. Ji ber wê jî parastin û pêşxistina zimanê daykê erkeka girîng û pêşîn ya malbat, civak û saziyên hikûmetê ye.

Eger zimanê daykê û bîranîna vê rojê carekî bo gelên din yên cîhanê girîng e, bo me xelkê Kurdistanê, ji bilî şoriş û berevanî û qurbanîdanê, ziman faktoreka girîng ya hebûna me ye ji ber wê jî dive em ji her tiştekî zêdetir girîngiyê bidinê.

Her çend li gorî Destûra Iraqê, zimanê kurdî zimanekî fermî yê Herêma Kurdistanê û Iraqê lê mixabin heta niha li Iraqê û heta niha li Herêma Kurdistanê jî girîngiyeka pêwîst bi zimanê kurdî nehatiye dayîn. Em dixwazin di vî warî de pêşveçûneka zêdetir bibînin.

Ez bang li dezgehên rewşenbîrî, zanistî û akademîk yên Herêma Kurdistanê dikim ku di vî warî de erkên xwe bi rengekî baştir bicîh bînin û her kêmasî û xemsariyek di warê zimanî û girîngîdana ziman de hebe, çareser bikin. Bo vê jî hikûmeta Kurdistanê amade ye di vî warî de her cure alîkariyekî bike. Bêguman li kêleka zimanê kurdî divê bi rengekî hêja girîngî bi zimanê wan pêkhateyên etnîkî jî bê dayî ku beşek in ji gelê Kurdistanê.

Ez bi vê helkeftê dixwazim em bi rêz û hurmet wan rewşenbîr û mamostayên birêz û tevahiya wan xoştiviyan bibîr bînin ku xwedan roleka berçav û mezin bûne di parastin, fêrkirin û pêşxistina zimanê kurdî de.

Roja cîhanî ya zimanê daykê li hemiyan pîroz be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 520 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:11:25