Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweiyê li malbatên şehîdan dike

Ji ber şehîdbûna du pêşmergeyan û hejmareke serbazên Îraqê li çiyayê Qereçûx, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, peyameke serexweşiyê belav kir.
24.10.2023, Sal - 08:06
Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweiyê li malbatên şehîdan dike
Nuçe Belav bike

Ji ber şehîdbûna du pêşmergeyan û hejmareke serbazên Îraqê li çiyayê Qereçûx, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, peyameke serexweşiyê belav kir.

Di pareke wê peyamê de hatiye: Ez serexweşiyê li malbat û kesûkarên herdu şehîdên pêşmergeyên qehreman, şehîd Eqîd Qehar Cewher Qehar û şehîd Hawrê Cewher Rehman, dikim û hevxemê wan im.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: Herwesa ez serexweşiyê li kesûkar û malbatên şehîdên artêşa Îraqê jî dikim.

Deqê peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Ez serexweşiyê li malbat û kesûkarên herdu şehîdên pêşmergeyên qehreman, şehîd Eqîd Qehar Cewher Qehar û şehîd Hawrê Cewher Rehman, dikim û hevxemê wan im ku mixabin doh di rûdaneke nexwastî de li Mexmûrê şehîd bûn. Xudayê mezin canê wan bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bide hemiyan.

Herwesa ez serexweşiyê li kesûkar û malbatên şehîdên artêşa Îraqê jî dikim. Canê wan şa be û cihê wan behişt be.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:37:47