Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata hunermend Şukir Xeyat dike

“Şukir Mihemed Qadir hunermendekî niştimanperwer bû û rola wî ya diyar di pêşvebirina stran û meqama seren a Kurdî de hebû.”
19.08.2023, Cts - 12:04
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata hunermend Şukir Xeyat dike
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata hunermend Şukir Xeyat dike û dibêje: “Hunermendekî niştimanperwer bû û rola wî ya diyar di pêşvebirina stran û meqama seren a Kurdî de hebû.”

Îro Şemiyê 19ê Tebaxa 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxiyê li malbata hunermend û meqambêjê naskirî yê Kurdistanê, Şukir Mihemed Qadir yê bi navê Şukir Xeyat naskirî dixwaze.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi xemeke mezin ve, min nûçeya koça dawî ya hunermend û meqambêjê naskirî yê Kurdistanê, Şukir Mihemed Qadir yê bi navê Şukir Xeyat naskirî bihîst. Rehmetî Şukir Xeyat, hunermendekî niştimanperwer bû û rola wî ya diyar di pêşvebirina stran û meqama seren a Kurdî de hebû.

Ez sersaxiyê li malbata cenabê wî û hunermendên Kurdistanê dixwazin û hevbeşê xema wan in. Xwedayê mezin û dilovan, giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê jî bide her kesî.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:42:58