Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Mela Teyîb Behirkeyî dike

Mesrûr Barzanî di peyameke sersaxiyê de ji ber koça dawî ya Mamoste Mela Teyîb Ebdullah Behirkeyî hevxemiya xwe ji malbat û kesûkarên wî û mamosteyên olî yên Kurdistanê re nîşan da.
06.04.2023, Per - 14:53
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Mela Teyîb Behirkeyî dike
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji ber koça dawî ya zana û kesayetê olî û civakî yê navdar ê Kurdistanê Mamoste Mela Teyîb Ebdullah Behirkeyî belav kir.

Îro Pêncşemê 6ê Nîsana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyameke sersaxiyê de ji ber koça dawî ya Mamoste Mela Teyîb Ebdullah Behirkeyî hevxemiya xwe ji malbat û kesûkarên wî û mamosteyên olî yên Kurdistanê re nîşan da.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ji ber koça dawî ya zana û kesayetê olî û civakî yê navdar ê Kurdistanê Mamoste Mela Teyîb Ebdullah Behirkeyî, pirse û sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkarên Birêz Mamosteyê rehmetî û mamosteyên olî yên Kurdistanê dikim û hevxemê wan im. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnewayî jî bibexşîne her kesî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 313 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:33