Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştgirî û alîkariyên Almanyayê ji Pêşmerge re dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30ê Cotmehê pêşwazî li şandeke Almanî ya bi serokatiya Wezîra Dewletê di Wezareta Berevaniya Almanyayê de Simti Mueller kir.
30.10.2024, Çar - 17:34
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştgirî û alîkariyên Almanyayê ji Pêşmerge re dike
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên dualî, pêşkeftinên proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rewşa ewlehî û leşkerî ya Iraq û navçeyê hatin guftûgokirin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevanî û hevkariyên Almanyayê bo Hêzên Pêşmerge kir, herwiha pêzanînên Herêma Kurdistanê jî ji bo biryara hikûmet û parlamentoya Almanyayê ya ji bo dirêjkirina dema mayîna hêzên wan li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Di beşeke din a daxuyaniyê de; Her du alî li ser giringiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de hevnêrîn bûn.

Pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û girîngiya parastina ewlehî û aramiya navçeyê, beşeke din ên guftûgoyên hevdîtinê bû.

Vî nûçeyê tevayî: 186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:47:55