Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser bicihkirina lihevhatina Şingalê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna sersala Êzidiyan, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mîrê Êzidiyan û Civata Rûhanî û tevaya Êzidiyan li Kurdistan û Iraq û cîhanê kir.
19.04.2023, Çar - 05:57
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser bicihkirina lihevhatina Şingalê dike
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser cîbicîkirina lihevhatina Şingalê û asayîkirina rewşa deverê û derçûna grûpên mîlîşiyayên çekdar û vegera awareyan ji bo ser cihên bav û kalên wan kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi helkefta hatina sersala Êzidiyan, pîrozbahiyeke germ arasteyî tevaya xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî rêzdaran Mîrê Êzidiyan û Babe Şêx û Civata Rûhanî. Hêvîdar im di keş û seqayeke aştî û tenahî û xoşiyê de vê cejnê bibûrînin.

Bi vê helkeftê, dupatiyê li ser girîngiya bicihanîna rêkeftinnameya Şingalê û asayîkirina rewşa devera Şingalê û derkeftina mîlîşiya û grûpên çekdar yên ji yasayan derketî û vegerandina awareyan bi serbilindî bo deverên wan dikin.

Careka din, sersala we pîroz be û her di xweşî û aramiyê de bijîn.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:29:14