Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Parlamentoya Urdinê geşepêdana pêwendiyan gotûbêj dikin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Parlamentoya Urdinê pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de gotûbêj kirin.
03.08.2023, Per - 11:47
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Parlamentoya Urdinê geşepêdana pêwendiyan gotûbêj dikin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Tebaxa 2023an li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Urdinê Ehmed Xelayle û şanda pê re kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê de kir û helwesta dostane ya Şahê Urdinê Şah Ebdullah ji bo piştevanîkirina Herêma Kurdistanê di qonaxên cuda de bilind nirxand.

Diyar kir jî, şanda mêvan kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û dubare kir ku welatê wî dixwaze pêwendiyên dualî di warên cuda de bi taybetî di warên çandinî, geştyarî, perwerde û bazirganî de bi pêş ve bibe.

Di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah, Balyozê Urdinê li Iraqê Muntesir Eqla û Konsulê Urdinê yê li Hewlêrê amade bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 519 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:36:50