Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Cotmehê pêşwazî li Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Muhsin El-Allaq kir.
19.10.2023, Per - 13:30
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê civiyan
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de, guftûgo li ser pêşxistina hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, bi taybetî banka navendî de, di warê çaksaziya sektora bankî û hewlên rûbirûbûna şûştina pereyan û karê ji bo aramiya aborî hatin kirin.

Serokwezîr amaje bi proje û destpêşxeriya (Hejmara Min) kir û spasiya piştgirî û heVahengiya Serokê Banka Navendî û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî kir û tekez li ser wê yekê kir ku pêşketina Herêma Kurdistanê, pêşketina ji bo tevahiya Iraqê û berjewendiya hemû welatiyan e.

Herdu alî li ser giringiya berdewamkirin û pêşvebirina hevahengî û hevkariyê ji bo geşepêdana aborî û aramiya darayî hevnêrîn bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 419 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:22:46