Serokwezîr Mesrûr Barzanî xwendekarên yekem ên Kurdistanê xelat dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xwendekarên yekem ên Kurdistanê yên sala xwendinê ya 2022-2023 xelat dike.
16.08.2023, Çar - 09:38
Serokwezîr Mesrûr Barzanî xwendekarên yekem ên Kurdistanê xelat dike
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 16ê Tebaxê, xwendekarên yekem ên pola 12 ya amadeyî ya Kurdistanê ya sala xwendinê ya 2022-2023 xelat dike.

Merasîm îro demjimêr 11:00ê bi amadebûna Wezîrê Perwerde yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Hema Seîd û malbatên xwendekarên yekem tê lidarxistin.

Roja 03.06.2023an xula yekem a ezmûnên giştî yên pola 12 a amadeyî li her sê beşan zanistî, wêje û pîşeyî dest pê kir û heya roja 27ê Hezîranê berdewam kir.

117 hezar û 364 xwendekar ketin beşdarî ezmûnan bûn; Di beşa zanistê de 75 hezar û 239, di beşa wêjeyê de 39 hezar û 113 û di beşa pîşeyî de jî 3 hezar û 12 xwendekar.

Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 3ê Tîrmehê encamên xula yekem a ezmûnên pola 12an eşkere kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya kurtenameyekê mizgîna serkeftinê da xwendekarên yekem ên ezmûn wezaretê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 383 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:50:33