Serokwezîrê Barzanî û şandeke Hevpeymaniya Navdewletî civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşembê 27ê Mijdara 2022an li Hewlêr a paytext pêşwaziya Cîgirê Fermandarê Giştî yê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê, General Andrew Garner kir.
27.11.2022, Paz - 16:48
Serokwezîrê Barzanî û şandeke Hevpeymaniya Navdewletî civiyan
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Cîgirê Fermandarê Giştî yê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê, General Andrew Garner re civiya û rewşa dawî ya li Sûriyê û herwiha reformên di Wezareta Pêşmerge de û hewldanên ji bo yekxistina Hêzên Pêşmerge gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşembê 27ê Mijdara 2022an li Hewlêr a paytext pêşwaziya Cîgirê Fermandarê Giştî yê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê, General Andrew Garner kir.

Li gor daxuyaniya ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di civînê de “guhertinên herî dawî û pêşhatên li Iraqê û navçeyê, rûbirûbûna gefên DAIŞê û giringiya parastina serwerî, ewlehî û aramiya Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, Cîgirê Fermandarê Giştî yê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê, General Andrew Garner di hevdîtinê de behsa erk û çalakiyên hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir û tekezî li ser “pabendbûna Hevpeymaniya Navdewletî ji bo berdewambûna piştgirîkirina Herêma Kurdistanê” kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa pêngav û pêşketinên dawî yên proseya reform û yekxistina Hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerde de kir. Li gor daxuyaniyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser “serxistina proseyê wek beşeke giring ji bernameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.”

Di beşeke din a civînê de, pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de li ser bingeha Destûr û pêşxistina hevanegiya emnî û leşkerî di navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê de û bi taybet jî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:44:13