Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel serokwezîrê Hollandayê dicive

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 19ê Çileya 2023an li Davosê ligel Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte civiya.
19.01.2023, Per - 13:19
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel serokwezîrê Hollandayê dicive
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sipasiya hevahengiya berdewam a Hollandayê ligel Herêma Kurdistanê kir ku yek ji wan welatan e ku piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, bi taybetî di warê pirrengiya aborî û geşepêdana sektora çandiniyê de, ku pêşkeftinek baş tê de çêbûye.

Serokwezîrê Hollandayê amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê di warên cuda de bi taybetî di warê çandiniyê de nîşan da.

Girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bi awayekî rîşeyî û li ser binemaya destûrê mijareke din a guftûgoyên hevdîtinê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 492 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:11:56