Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev û şanda pê re kir
31.10.2022, Pts - 10:30
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 31ê Cotmeha 2022an pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev û şanda pê re kir.

Di civînê de, dawî pêşhat û guhartinên li Iraqê piştî bidawîhatina aloziya siyasî û pêkanîna hikûmeta nû û giringiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê hatin gotûbêjkirin.

Pêşxistina pêwendiyên dualî û giringiya rûbirûbûna kiryarên terorîstî mijareke din a vê hevdîtinê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:04:45