Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê û şanda pê re dike.
14.06.2024, Cum - 12:12
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê dike
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 14.06.2024) seet 11:15 ê sibehê pêşwaziya Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî û şanda pê re kir.

Li dû zanyaran, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê danûstandinan li ser rewşa deverê û pêşxistina peywendiyên dualî di warên bazirganî, siyasî, civakî û ewlehî de dikin. Biryar e ku Elî Baqirî her îro bi awayekî cuda bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî bicive.

Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê li seet 09:25 ê sibeha îro gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û hejmareke berpirsên hikûmî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî duhî (Pêncşem, 13.06.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û bi Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên re civiya. Heftiya borî jî navbirî serdana Libnanê û Sûriyeyê kir û bi karbidestên wan her du welatan re civiya.

Piştî wexera dawiyê ya Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re di rûdana keftina helîkoptera wan de, Elî baqirî serperiştiya wezareta derve ya welatê xwe dike. Piştî wergirtina wî postî, ev serdana wî ya yekê ye ji bo Herêma Kurdistanê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 468 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:07:37