Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Wezareta Şarewaniyê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê kir ku divê berpirsên hikûmetê wek yek tîmê kar bikin
30.05.2022, Pts - 06:40
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Wezareta Şarewaniyê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî do 29ê Gulana 2022an serdana Wezareta Şarewanî û Geştûguzar kir û ji aliyê Wezîr Sasan Ewnî ve pêşwazî lê hate kiririn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Gulana 2022an serdana Wezareta Şarewanî û Geştûguzar kir û ji aliyê Wezîr Sasan Ewnî ve pêşwazî lê hate kiririn.

Serokwezîr bi amadebûna Encûmena Wezaretê, şêwirmend, rêveberên giştî û serokên şarewanî yên parêzgehan û îdareyên serbixwe, serperiştiya civîneyeke taybet bi karûbarên şarewanî û geştûguzarê kir.

Di destpêka civînê de, Wezîrê Şarewanî û Geştûguzar, kurteyek derbarê kar û projeyên wezaretê û planên wan ên ji bo zêdetir xizmetkirina welatiyan û cibicîkirina baştir a karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Piştre Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftinekê de amaje bi serdana xwe kir ku beşek ji bernameya serdana wî ya ji bo tevahiya wezaretan e, bi mebesta agahdarbûna ji kar û projeyên û planên sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji bo bi baştirîn şêwe xizmeta welatiyan bikin. Serokwezîr tekezî li wê kir ku divê berpirsên hikûmetê wek yek tîmê kar bikin, ji bo cibicîkirina karnameya hikûmetê ku armanca wê ya sereke, xizmetkitina welatiyan bi awayekî hêja û birêvebirina karên xwe bilez û dûr û her rûtînekê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi girîngiya Wezareta Şarewanî û Geştûguzar kir ku yek ji wezaretên ku pêwendiya wê ya mezin bi jiyan û guzariya welatiyan heye, ji ber wê berpirsên wezaretê raspardin ku hemû hewl û kedên xwe bidin ji bo baştir kar û erkên xwe cibicî bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya karkirina li ser pêşvebirina sektora geştûguzar û bayexdana bi cihên geştiyarî yên Herêma Kurdistanê kir ku dikare bibe çavkaniyeke girîng a dahata Herêma Kurdistanê. Her wiha behsa girîngiya parastina jîngeh û pakiya bajar û navçeyên Kurdistanê kir ku erkê hemû welatiyên Kurdistanê ye bi berpirsyarane serederiyê ligel jîngehê bikin, ji ber ku parastina pakiya jîngehê, parastina jiyanê ye.

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li pêwîstî û girîngiya zêdekirina rûbera keskahiyê li bajarên Herêma Kurdistanê kir, ji bo dabînkirina jîngeheke tendirust. Ji bo vê mebestê jî, Serokwezîr amaje bi wê kir ku pêwîst e di dariştina mastirplana bajaran, şêwaz û pêkhateya firehkirina wan de, merc û pîverên navdewletî yên taybet bi jîngeh, tendirustî, keskahî û xizmetguzariyên giştî li ber çavan werin girtin.

Di dawiya civînê de, çendîn têbînî û pêşniyazên ji aliyê amadebûyan ve bi mebesta pêşxistina zêdetir a sazî û dezgehên hikûmetê û xizmetkirina welatiyan hatin pêşkêşkirin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 499 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:57:42