Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî li Elî Qeredaxî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18 Berfanbarê di pêwendiyeke telefonî de sersaxî li Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilmanan Dr. Elî Qeredaxî kir, ji ber koça dawî ya xwişka wî hacî Atiye.
18.12.2022, Paz - 18:22
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî li Elî Qeredaxî kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe nîşan da û hêvî xwast ku Xwedêyê mezin giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata wî.

Dr. Elî Qeredaxî spasî û pêzanîna xwe û malbata xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîşan da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 335 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:31:08