Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Mîrê Êzdiyan tekeziyê li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Mîrê Êzdiyan tekeziyê li ser giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ji bo asayîkirina û avedankirin navçeyê û vegera koçberan kirin.
16.04.2023, Paz - 19:24
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 16ê Nîsana 2023an pêşwazî li Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û di wê hevdîtinê de rewşa Êzidiyan û rewşa devera Şingalê bi taybetî hat gotûbêjkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo maf û daxwazên Êzidiyan dubare kir. Her wiha tekezî li ser giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, derketina mîlîşya û grûpên çekdar ên neyasayî û asayîkirina deverê ji bo jinûveavakirin û vegera koçberan bo cihên xwe kir.
Mîrê Êzidiyan spasî û pêzanîna xwe ji bo piştevaniya berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Êzidiyan û kêmkirina êş û azarên wan û giringiya rola Êzidiyan di saziyên hikûmetê de nîşan da.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:34:24