Serokwezîrê Iraqê li gel Civata Ruhaniya Êzdiyan civiya

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Mûsilê pêşwazî li Mîrê Êzidiyan yê li Iraq û cîhanê û Baba Şêxê Ola Êzidî kir.
13.05.2023, Cts - 10:39
Serokwezîrê Iraqê li gel Civata Ruhaniya Êzdiyan civiya
Nuçe Belav bike

Îro Şemiyê 13ê Gulana 2023an, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Mûsilê pêşwazî li Mîrê Êzidiyan Hazim Tehsîn Beg û Baba Şêxê Êzidiyan Elî Îlyas Hecî û şanda li cem wan kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de Mihemed Şiya Sûdanî destnîşan kiriye, şanaziyeke mezin bi nifşên ola Êzidî di çarçoveya cival û gelê Iraqê de dike û bal kişandiye ser helwesta niştimanî ya Êzidiyên Iraqê di rûbirûbûna terorê de.

Hat eşkerekirin ku Serokwezîrê Iraqê tekezî li piştgirîkirina hikûmetê di mafên Kurdên Êzidî û avakirina navçeyên wan de bi rêya encamdana projeya xizmetguzarî û aborî di çarçoveya bernameya hikûmetê de kiriye, da ku bibe sedema hêsankarî ji bo vegera malbatên Êzidî yên aware bo cih û warê xwe.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, Mîr Hazim Tehsîn Beg û şanda pê re spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê kiriye û pêngavên hikûmetê yên li ser serperiştîkirina nifşên ola Êzidî û biryara Encûmena Wezîran a ji bo destnîşankirina serê sala Êzidiyan wek bêhnvedana fermî ji bo hemû Êzidiyan ligel biryara tapûkirina xevî û parçeyên erdên niştecî yên welatiyên Êzidî bilind nirxandiye, ku rejîma berê di çarçoveya siyaseta xwe ya neteweperestiyê de rawestandibû

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:57:32