Serokwezîrê Îraqê li Hewlêrê ye: Mijarên sereke çi ne?

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî hat Hewlêrê.
13.11.2024, Çar - 10:26
Serokwezîrê Îraqê li Hewlêrê ye: Mijarên sereke çi ne?
Nuçe Belav bike

Mihemed Şiya Sûdanî gihişt Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Îraqê dê piştî temasên xwe yên li Hewlêrê derbasî Silêmaniyê bibe.

Li gorî agahiyên Rûdawê dê “petrol, avakirina hikûmeta nû û Rêya Bipêşketinê” mijarên sereke yên hevdîtinan bin.

Hat zanîn ku dê Sûdanî li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi aliyên pêwendîdar re hevdîtinan bike û wan teşwîq bike da ku hikûmetê ava bikin.

Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û rêyên çareserkirina wan dê mijareke din a hevdîtinan be.

Li gorî bernameyê, Sûdanî dê saet 10:30î bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Mihemed Şiya Sûdanî dê pişt re bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinekê bike.

Serokwezîrê Îraqê dê li Silêmaniyê jî bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Newey Niwê (Nifşê Nû) re hevdîtinan bike.

Sûdanî piştî ku bûye Serokwezîr 3 caran hatiye Herêma Kurdistanê û herî dawî 9ê Çiriya Paşîn a 2023yan hatibû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 119 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:02:41