Serokwezîr bi şandeke Kongreya Amerîkayê re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi şandeke Kongreya Amerîkayê re civiya û behsa pêşhatên şerê li dijî DAIŞê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên navbera wan û herwiha têkiliyên navbera Kurdistanê û Amerîkayê kirin.
22.02.2017, Çar - 17:49
Serokwezîr bi şandeke Kongreya Amerîkayê re civiya
Nuçe Belav bike

Îro çarşemî 22ê sibata 2017ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li şandeke Kongreya Amerîkayê ya bi serokatiya endamê kongreyê Jeo Wilson û çend dîplomat û fermandeyên leşkerî yên pê re kir.

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de ku Joe Wilson kêfxwaşiya xwe derheqê serdana xwe ya duyem bo Herêma Kurdistaê û pêşketinên Kurdistanê anî ziman û rola xelkê û hikûmetê û pêşmergeyên Kurdistanê di tekoşîna li dijî terorê û parastina hemû pêkhateyan de bilind nirxand.

Di beşeke din a axavtinên xwe de, Wilson herwiha hêviya xurtkirina zêdetir a têkiliyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir û tekezî li ser berdewamiya alîkariyên Washingtonê bo Herêma Kurdistanê kir.

Şanda amerîkî, herwiha çend pirsyar derheqê çaksaziyên li hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo rûbirûbûna krîzên aborî û darayî û herwiha arîşeyên di navber Hewlêr û Bexdayê de, arasteyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrwan Barzanî jî di vê civînê de spasiya xwe ji bo vê serdanê û berdewambûna alîkariyên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê, bi taybet di şerê li dijî DAIŞê û rahênan û pêşkêşkirina perwerdehiya leşkerî bi hêzên pêşmerge kir.

Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku bi sedema krîza darayî, bargiriyaniyek gelek mezin ji Herêma Kurdistnê re çê bûye û tekez kir, ku Bexda jî alîkariyan nade Kurdistanê û hêvî xwast, ku civaka navnetewî alîkariyên pêşkêşî Herêma Kurdistnê bike.

Derbarê peywendiyên di navber Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî, Serokwezîr Barzanî amaje bi vê yekê kir, ku ji aliyê leşkerî ve hemahengiyeke baş di navber her du aliyan de (Hewlêr û Bexda) de heye û têkilî asayî ne, lê belê ji aliyên din ve bi taybet jî di çareserkirina arîşeyên hilawîstî de ti pêşkevtinek çê nebûye.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa hewlên Herêma Kurdistanê bo hewandina awareyan û razîkirina wan ji bo mana li welatê xwe kir, da ku piştî rizgarkirina deverên wan, ew vegerin ser cihên xwe. Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ku ji bo vê armancê, divê civaka navdewletî rola xwe bibîne.

Di civînê de, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê û hejmareke berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1425 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:14:14