Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Pûtîn kombûn

Di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Saint Petersbûrgê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hevdîtinek pêk anî.
02.06.2017, Cum - 12:33
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Pûtîn kombûn
Nuçe Belav bike

Îro danê nîvro 02-06-2017, piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçirvan Barzanî de, ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kom bû.

Beriya vê civînê şanda Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî hevdîtinek pêk anîbû.

Piştî civînê Serokwezîr Barzanî ji rojnamevanan re ragihand, ku di civînê de asta pêwendiyên Kurdistan û Rûsyayê, çawaniya tekoşîna li dijî DAIŞê, rewşa Sûriyê kirine û got: “Jiber hevkariya şerê terorîstên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê me spasiya Rûsyayê kir. Ji bo pêşxistina pêwendiyên me ji her aliyê ve, ev kombûn bû derfetek. Bi taybetî jî di warê siyasî û aborî de.”

Barzanî destnîşan kir, ku pêwendiyên Rûsya û Herêma Kurdistanê baş in û ew hêvîdikin, ku baştir jî bin.

Hêjayê gotinê ye, ku şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de, ji bo beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Saint Petersburgê li Rûsyayê ye.

Di şandeya Herêma Kurdistanê de, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî (Enerjî) Aşît Hewramî û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî cih digirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1619 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:54:23