Serxwebûna Kurdistanê pêwistiyeke dîrokî ye

Cîgirê Fermandeyê Polîsê Dubayê Zahî Xelfan Temîm li ser hesaba xwe yê Twitterê çend nivîs ji bo piştgirîkirina damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê belav kir.
12.04.2017, Çar - 06:51
Serxwebûna Kurdistanê pêwistiyeke dîrokî ye
Nuçe Belav bike

Zahî Xelfan Temîm ragihand ku "Avakirina serxwebûna dewleta Kurdistanê pêwîstiyeke dîrokî ye ku rewşa mirovî ya kurdan wê yekê dixwaze. Gelê Kurdistanê ji reftara xirab a deweltên cîran, Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê hêjatir û qedirbilindtir e. Serxwebûna Kurdistanê hêz û quweteke din dibexşe deverê. Ew gel hêjayê serxwebûnê ji wan dewletan e ku bi demekê dirêj zilm lê kirine".

Herwiha Temîm di berdewamiya nivîsên xwe yên li ser Twitterê de weke amajedan bi rola Fermandeyê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Silêmanî li Iraqê dike û dibêje divê Silêmanî ji Kurdistanê were dûrxistin. Temîm dibêje: "Serxwebûna Kurdistanê ji vîna (îradeya) gelê Kurdistanê ye û Silêmanî nikare li hermberî wê bisekine, dema ku gel ji serxwebûnê re bêje, Erê".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:40:43