Şewata li parzûngeha li ser rêya Hewlêr – Mexmûrê hat kontrolkirin

Şewateke mezin li parzûngeke li ser rêya Hewlêr – Mexmûr ket û piştî nêzîkî du demjimêran, ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê ve hat kontrolkirin.
19.05.2023, Cum - 06:37
Şewata li parzûngeha li ser rêya Hewlêr – Mexmûrê hat kontrolkirin
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin, vê êvarê di demjimêr 18:30 xulekan de şewateke mezin li parzûngeheke li ser rêya Hewlêr – Mexmûrê ket û piştî derketina şewatê, tîmên Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê û agirkuj, hewla kontrolkirina şewatê û rêgirtina li zêdebûna şewatê dan.

Hat eşkere kirin ku her çiqas heta niha sedema şewatê diyar nebûye û ti ziyaneke giyanî derneketiye holê, lê belê ziyanên mezin ên madî derketine holê.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Serkewt Kareş di daxuyaniyeke rojnamevanî de li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê kontrolkirina şewatê ragihand û eşkere kir ku agir li parzûngehekê derketiye.

Serkewt Kareş eşkere kir ku lêkolînên wan li ser sedema derketina şewatê didomin û diyar kir ku di sala 2021ê de careke din agir li heman parzûngehê ketibû, loma bi hûrgilî li ser vê bûyerê lêkolînê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 316 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:59:05