Şîeyên Iraqê: Bexda û Hewlêr ji hev nêzîk dibin

Hevpeymaniya Nîştmanî ya Şîeyên Iraqê amajeyê bi nêzîkbûna çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de dike.
03.01.2018, Çar - 09:39
Şîeyên Iraqê: Bexda û Hewlêr ji hev nêzîk dibin
Nuçe Belav bike

Jêderekî ji Hevpeymaniya Nîştmanî ya Şîeyên Iraqê ku navê xwe eşkere nekir ji rojnameya “El-Şerq El-Ewset” çapa Londonî re ragihand, Bexda û Hewlêr ji çareserkirina pirsgirêkên di navbera xwe de nêzîk bûne. Di wê çarçovê de jî biryar e komîtek ji 7 kesan pêk bê, ku 5 ji wan ji Bexda û 2 jî ji Herêma Kurdistanê bin pêdaçûnê di hemû dosyên nakok de bikin.

Ev yek hevdem e ligel dawî daxuyanya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ku amaje bi pabendbûna hikumeta Bexdayê bi xerckirina mûçeyên fermanberên Herêma kurdistanê kir.

Hefteya derbasbûyî, Bexdayê daxwaz ji wezaretên perwerde û tendirustiya Herêma Kurdistanê kir, ku lîsta fermanberên xwe bişînin Bexdayê, da ku mûçeyên wan bên şandin.

Duh jî, Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku "Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li wan amaje û pêngavan dike yên ku hefteya derbasbûyî li Bexdayê hatine avêtin û ew yek weke cureke niyetpakiyê tê hejmartin.”

Dizeyî derbarê deryên sînorî û firîngehan got: "Hewlêr amade ye li ser pirsa rêvebirina deryên sînorî û firîngehan jî li gel hikûmeta Iraqê danûstendinan bike, ew jî li gorî wê mêkanîzma ku destûra Iraqê diyar kiriye".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1126 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:34:01