Sibe li Kerkûkê şehîdên 2'ê Îlonê tên bibîranîn

40 roj bi ser xwepêşandana 2ê Îlonê ya Kerkûkê re derbas dibin, biryar e jî merasîmeke taybet ji bo bîranîna çar şehîdên wê xwepêşandanê were kirin.
10.10.2023, Sal - 17:03
Sibe li Kerkûkê şehîdên 2'ê Îlonê tên bibîranîn
Nuçe Belav bike

Li gorî ragihandina K24'ê, sibê (11.10.2023) merasîmeke taybet di çileya şehîdbûna 4 welatiyên Kurd di xwepêşandanên 2ê Îlonê yên Kerkûkê de tê kirin.

Roja 02.09.2023an welatiyên Kerkûkê li dijî girtina rêya Kerkûk-Hewlêrê dest bi xwepêşandaneke aştiyane kirin. Lê 4 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûn.

Di wê xwepêşandanê de, 4 welatiyên Kurd yên bi navên Hawkar Ebdullah, Heval Star, Semed Mihemed û Hisên Sabîr hatin kuştin û 15 welatiyên din jî birîndar bûn.

Her çend piştî wan bûyeran, Serokwezîrê Iraqê û parlamentoya Iraqê biryar dan ku komîteyeke lêkolînê ji bo eşkerekirina rastiya bûyeran û sizakirina binpêkeran pêk bînin, lê heta niha ti encamên lêkolînê bi fermî nehatine ragihandin, derbarê kesên ku bûne sedema şehîdbûn û birîndarbûns xwepêşanderên Kerkûkê de jî, rêkarên yasayî nehatine girtin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di 04.09.2023an de ragihand: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman daye Wezareta Karûbarên Şehîdan û Qurbaniyên Enfalê, da ku serederiya şehîdan bi qurbaniyên bûyerên 2ê Îlonê yên li Kerkûkê re bikin û her alîkariyeke tendirustî ji bo dermankirina birîndaran bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 532 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:55:13