Sılêmanî: Tirkiyeyê bi dronan êrişî otomobîlekê kir

Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê balafireke bêmirov a artêşa Tirk wesayîtek kir hedef.
23.08.2024, Cum - 12:16
Sılêmanî: Tirkiyeyê bi dronan êrişî otomobîlekê kir
Nuçe Belav bike

Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê balafirên bêmirov ên artêşa Tirk otomobîlek kir hedef. Êrîşa SÎHA'yê li nêzî gundê Tepereş ê navçeya Seyîdsadiq pêk hat.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di êrîşê de 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve hat îdiakirin ku "xebatkarên kanala Sterk TV" di wesayîtê de bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 185 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:56:12