Şingalî daxwaza alîkariyê ji Barzanî dikin

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl daxwaz ji Serok Mesûd Barzanî kir, hewla bicîhanîna madeya 140 ya Qanûna Esasî ya Iraqê bide da ku Şingal vegere ser Kurdistanê ji ber ku Şingal beşek ji dîrok û xaka Kurdistanê ye.
25.12.2018, Sal - 16:20
Şingalî daxwaza alîkariyê ji Barzanî dikin
Nuçe Belav bike

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl îro li bajarê Duhokê û li ofîsa parlementoya Iraqê, civîneke rojnamevaniyê li dar xist. Mehma Xelîl behsa rewşa xelkê Şingalê, çi yên li nav kampan de û çi jî yên ku vegeriyane bajêr, kir û ragihand, rewşa wan gelekî xirab û şepirze ye.

Qaymeqamê Şingalê da zanîn ku hikûmeta Iraqê gelek dirav li Şingalê xerc kiriye lê ew dirav bi rengekî rast nehatiye xerckirin ji ber ku ne Şingal avedan bûye ne jî rewşa xelkê baş bûye.

Wî rayedarê êzîdî anî ziman ku Şingal beşek ji dîrok û xaka Kurdistanê ye û got, ji ber wê jî em daxwaz ji Serok Barzanî dikin hewla bicîhanîna madeya 140 ya Qanûna Esasî ya Iraqê bide da ku Şingal vegere ser Kurdistanê.

Mehma Xelîl da xuyakirin ku Şingal niha di destê çend hêzan de ku kes nizane dixwazin çi bikin û got, ti xêra wan hêzan bo Şingal û xelkê Şingalê nîne, tenê ziyanê digihînin xelkê û deverê. Ji ber wê jî xelkê Şingalê daxwaza derxistina wan hêzan û vegera Pêşmerge dikin da ku bi hevbeşî li gel artêşa Iraqê deverê biparêzin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1002 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:10:46